Hat dîyarkirin ku roja maça Amedsporê ya vê hefteyê hatîye guhertin.
Hat dîyarkirin ku roja maça Amedsporê ya vê hefteyê hatîye guhertin.
Pêşbirka Amedspor-Înegolsporê ku divê di 30ê Nîsanê roja Yekşemê di Lîga 2yemîn a TFFyê ya Koma Spî da bihata lîstin, dîroka wê ji bo 29ê Nîsanê roja Şemîyê hat nûjen kirin. Sedema guhertina roja maçê çalakîya Mewlîd-î Nebî bû ku 30ê Nîsanê roja Yekşemê li Amedê ji alîyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin. Maç a ku wê li Stada Amedê bê lîstin, wê 29ê Nîsanê roja Şemîyê demjimêr di 15:00an de dest pê bike.