Ferat Mehmetogluyê ku bi salan li Diyarbekirê rojnamegerî kir û di warê hunerê de berhemên balkêş derxist holê, ji bo Amedspora ku di Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê da têdikoşe sirûdeke taybet amade kir û ani zıman. Ferat Mehmetoglû ji bo pêşbirka şampiyoniyê ya ku Amedspor wê saet 15:00 de bilîze bi sirûda şampiyoniyê amade kir.
Mehmetoglûyê ku berê gelek albûm derxistibû, bi têkoşîna xwe ya hunerî û bi klîba xwe ya dawî ya bi navê "Ew Çi Bu Law" bandoreke bombeyî kir rojevê. Vê carê jî tîma kesk-sor ku piştî 4 tîmên herî mezin ên Tirkiyeyê herî zêde temaşevan lê heye, ji bo Amedsporê sirûdeke taybet çêkir û got.
Sirûda Ferat Mehmetoglu ya ji bo Amedsporê amade kiribû ji aliyê dildar û hezkiriyên tîmê ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Gotin û melodiya sirûdê ruhê têkoşînê yê Amedsporê û kelecana temaşevanên wê nîşan dide. Sirûda ku Mehmetoglû got motîvasyon û heyecanê li vê maça girîng a Amedsporê zêde dike.
Alîgirên Amedsporê bi vê tevgera Ferat Mehmetoglu kêfxweşiya xwe tînin ziman û her kesê ku piştgiriya tîma wan dike vedixwîne guhdariya vê sirûda taybet. Di heman demê de ew di wê baweriyê de ne ku sirûda Mehmetoglû ya ji bo Amedsporê çêkiriye ji bo serkeftina tîman şans û destek e.
Sirûda ku ji aliyê Ferat Mehmetoglu ve ji bo Amedsporê hatiye çêkirin bi muzîkê şahî û heyecana şampiyoniyê tacîdar dike, tê çaverêkirin ku di vê maça girîng a Amedsporê de li stanan û li seranserê Amedê coş û piştgiriyeke mezin çêbike.
FERAT - AMEDSPOR ŞAMPÎYON
‘’Ev sirûd ji bo Amedsporê ye. Hunermendê Kurd Keremê Anqosî ji bo Kurdan bang kiribû, îro jî min got ez bi hestên Keremê Anqosî piştevanîya Amedsporê bikim û bila sirûdên Amedsporê ên bi Kurdî zêde bibin.’’
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk