HDP'ê kampanyaya "Ji Elewiyan re Mafê Hemwelatîbûna Wekhev" da destpêkirin.
HDP'ê kampanyaya "Ji Elewiyan re Mafê Hemwelatîbûna Wekhev" da destpêkirin. Li Dêrsîmê, ji alîyê Komîsyona Elewîyan a HDP'ê ya Gel û Bawerîyan ve ji bo danasîna kampanyayê civînek hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di civînê de axivî û dîyarkir ku cudakarî û înkar li her qadê bi tundî tê kirin. Sancar wiha got; “Klîda pirsgirêk û çareserîya wê hemwelatîbûna wekhev e. Sancar, bal kişand ser pirsgirêkên Elewîyan û dîyarkir ku cihên wan ên îbadetê nayên naskirin û got wiha got; “Perwerdehî li gorî asîmîlasyonê tê organîzekirin.”