Hat ragihandin ku hejmara girtî û mehkûmên li girtîgehan 297 hezar û 860 kes in.
Hat ragihandin ku hejmara girtî û mehkûmên li girtîgehan 297 hezar û 860 kes in. Li gorî îstatîstîkên Saziya Înfaza Cezayê, hejmara girtiyan li Tirkiyeyê bi lez zêde dibe. Hejmara kesên di girtîgehan de ji aliyê nifûsê ve li ji 20 bajarên Tirkiyeyê qelebalixtir e. Li gorî nûçeya Nurcan Gokdemîr a ji rojnameya Bîrgunê, di 31'ê Kanûna 2021'an de ji sedî 87,2 ê girtiyan mehkûm in û ji wan ji sedî 12,8 girtî ne. Ji sedî 96,1ê girtî û hikumxwaran mêr û ji sedî 3,9 jî jin in. Di sala 2021 de, dema ku krîza aborî zêde bû, bêtir sûcên diziyê hatin kirin.