Li Amedê gumanbarê ku piştê cîranê xwe bi çekê kuşt û revîya, di encama xebatekê de li malê hat girtin.
Li Amedê gumanbarê ku piştê cîranê xwe bi çekê kuşt û revîya, di encama xebatekê de li malê hat girtin. Bûyer, duh danê sibê li Taxa Dîcle ya navçeya Yenîşehîrê qewimî. Li gor îdîayan, di navbera Fuat Akgok û Berhudar Î. de nîqaşekê derket. Fuat Akgok bi çekê birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê yeke, mala ku Berhudar Î. lê dijîya ji alîyê kesên ku tê îdîakirin xizmên Akgok in, hat şewitandin. Li ser bûyerê ekîbên girêdayî Midûrîyeta Emniyetê ya Navçeya Yenîşehîrê xebatên xwe didomînin. Gumanbar Berhudar Î. li mala ku lê veşartîbû hat dîtin û binçav kirin. Hat ragihandin ku Berhudar Î. piştê karen ewlehîyê li midûrîyeta polîsan wê sewqî edliyeyê bê kirin.