Di roja ewil a Remezanê de ji ber êrîşên hewayî, bejahî û deryayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser gelek herêmên Şerîda Gazeyê gelek Filistînî jîyana xwe ji dest dan
Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFAyê, artêşa Îsraîlê di tevahîya şevê de ji hewa,
bejahî û behrê ber bi deverên curbecur bi taybetî Xan Yûnis a li başûrê Şerîda Gazeyê û Taxa Zeytûn a Gazeyê êrişên tund kirin.
di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê ya li Taxa Zeytûn li malekê de gelek kes mirin û birîndar bûn.