Li Îranê gelê Kurd ji bo mirina Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî protesto bike dest bi greve kirin.
Li Îranê gelê Kurd ji bo mirina Jîna (Mahsa) Emînî ya 22 salî protesto bike dest bi greve kirin.
Jîna (Mahsa) Emînî (22) dema ji bo serdana malbata xwe bike çûbû Tehranê, di 14’ê îlonê de ji alîyê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê ve bi hinceta ku li gor rêzikan laçikê dananîyê serê xwe hat binçavkirin û dû re bi êşkenceyên polêsan Emînî jîyana xwe ji dest da û ji bo mirina wê protesto dewam dikin. Di heman demê de Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Yekîtîya Azadî û Demokrasîyê ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) di 17’ê îlonê de banga greva giştî li gelê Îran û rojhilatê Kurdistanê kirin. Partîyên girêdayê Navenda Hevkarîya Partîyên Kurdistanê, komeke partîyên ji Rojhilat, sazîyên civaka sivîl û aktîvîstên sîyasî jî banga piştevanîya greva giştî kirin. Li ser banga partîyan, îro gelek bajêrên Îranê greva giştî dest pê kirin. Di çarçoveya greva giştî de welatîyan li bajarên Seqiz, Sinê, Sîno, Bûkan û Baneyê dikanên xwe venekirin.