Piştê êrîşên nîjadperest ên li dijî Amedsporê hat kirin, gelek kesan êrîşên nijadperest şermezar kirin û peyamên piştgiriyê parve kirin.
Piştê êrîşên nîjadperest ên li dijî Amedsporê hat kirin, gelek kesan êrîşên nijadperest şermezar kirin û peyamên piştgiriyê parve kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî piştgirî da Amedsporê.
Demîrtaş bang li Amedsporê kir û wiha got, "Her dem bila serê we bilind be. Dirêjahîya siyasî ya Torosên Spî ji me re bihêlin. Em teslîmê axayê wan nebûne, ma em ê ji bermayîyên wan re serî bitewînin!”