Rêvebirê Buroya Vekolînê ya Federal a Dewletên Yekbûyî (FBI) Christopher Wray, got ku vîrusa corona "dibe ku ji laboratûwareke ku ji hêla hukûmeta Çînê ve tê kontrol kirin derketibe".
Rêvebirê Buroya Vekolînê ya Federal a Dewletên Yekbûyî (FBI) Christopher Wray, got ku vîrusa corona "dibe ku ji laboratûwareke ku ji hêla hukûmeta Çînê ve tê kontrol kirin derketibe".
Wray ji Fox News re axivî û wiha got, "FBI ji bo demekê difikire ku, îhtîmal heye ku pandemî di encama bûyerek laboratûwarîyê dest pê kiribe." Wray diyar kir ku wek saziyekê ev fikra FBI ye. Bi vê rengê, ji destpêka pandemiyê ve ji bo yekem car, FBI nêrîna xwe li ser eslê vîrusê eşkere kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê got ku ew "pir nepêkan e". Lêbelê, piştê rexnekirina vê daxuyaniyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO banga vekolînek nû kir û got ku "Divê hemî hîpotez bi hûrgulî bêne lêkolîn kirin."