Welatên Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) êrîşa Zaxo’yê şermezar kirin.
Welatên Endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) êrîşa Zaxo’yê şermezar kirin.
Nûnerê Îrlandayê Brian Patrick Flynn ku li New Yorkê beşdarê rûniştina Konseya Ewlekariyê bû, êrîşê şermezar kir û destnîşan kir ku êrîşên li dijî sivîlan li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Flynn daxwaza lêkolînê ji bo destnîşankirina berpirsan û dabînkirina berpirsyariyê kir û daxwaz ji hemû welatên endam kir ku di vê proseyê de hevkariya Hikûmeta Iraqê û hemû dezgehên pêwendîdar bikin. Welatên endamên Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirin ku rêz li serwerîya Îraqê û xaka wê bigirin.