Serokê Yekîtiya Odeyên Dikandarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu daxuyand ku di sala nû de bi zêdebûna heqdestê kêmtirîn û bihabûna ard re bihayê nan hat zêdekirin.
Serokê Yekîtiya Odeyên Dikandarên Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu daxuyand ku di sala nû de bi zêdebûna heqdestê kêmtirîn û bihabûna ard re bihayê nan hat zêdekirin.
Ebedînoglu, da zanîn ku esnafê nanpêj ji sedî 50 daxwaza zêdekirina heqê nan kirine, lê ji ber tengasiyên aborî qebûl nekirine û wiha got: "Rewşa aborîya gel li ber çav e. Ji ber wê me daxwaza nanpêjan hinek guherand û zêdekirinê ji sedî 25 pesent kir.
Li gorê vê zêdekirinê, bihayê 200 gram nan ji 6 TL’yan bû 7,5 TL. Bihaya 400 gram nanê pîde jî ji 12 TL’yî bû 15 TL.” Ev zêdekirina bihayê nan wê roja sêşemê têkeve merîyetê.