Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ji daxuyanîyên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya derbarê budçeya tramvay de bi belgeyan bersiv da.
Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ji daxuyanîyên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya derbarê budçeya tramvay de bi belgeyan bersiv da.
Li ser daxuyanîya şaredarîyê ya derbarê pergala tramvay de, DTSO li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belgeya veberhênana 642.601.714 TL ya ku ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ra ji bo xeta tramvayê ya Derê Çîya-Nexweşxane di Bernameya Veberhênanê ya 2023an da hat dayîn parve kir.
Belgeya ku ji alîyê DTSO'yê ve hatîye parvekirin ji bo ronîkirina nîqaşên gel weke gaveke girîng tê dîtin, tê payîn ku piştê vê pêşketinê şaredarî derbarê mijarê de daxuyanîyeke nû bide.