Danîşîna doza tazmînatê ya ku ji alîyê Wezareta Karên Navxweyî ve di derbarê Malbata Demîrbaş a ku li Amedê, di encama qezaya siwareya zirxî de 5 endamên xwe jîyana xwe ji dest dan de hatîbû vekirin, hat taloqkirin.

Wezareta Karên Navxweyî, di derbarê malbata Demîrbaş ku di sala 2017’an de li ser rêya Amed-Çewlîgê, di encama qezaya siwareya zirxî de 5 kes jîyana xwe ji dest dabûn, bi îdîaya “siware zirarê dît” doz vekiribû. 3’yemîn danişîna doza tazmînata ku 250 hezar Euro ye, li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Aslîye ya Amedê hat dîtin. Di danîşînê de Parêzerê Malbata Demîrbaş Velat Bozhan û Parêzerê dozger Server Uygur Koyuncu amade bûn. Parêzeran û meqamê îdîayê xwestin ku kêmasîyên dosyeyê bên sererastkirin. Heyeta dadgehê ragihand ku belgeyên ku ji Serdozgerîya Komarê ya Licê hatine xwestin hê nehatine, danîşînê taloqê 28'ê Îlonê hate kirin.