Endamên Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) û Sendîkaya Kedkarên Ragihandin û Poste ya Çapemenîyê (Haber-Sen) li dijî teklîfa zêdekirina mûçeyan a îktîdarê, çalakîya kar berdanê li dar xist.

Endamên Şaxa Sendîkaya Haber Sen a Amedê, li pêşîya Navenda Xebat û Belavkirinê ya Postayê (PÎM) ya li ser rêya Rihayê hatin ba hev û bertek nîşan dan. Kedkaran got ku ew jîyaneke mirovane dixwazin.
Platforma Şaxan a KESK’a Amedê jî li Qada Derîyê Çîya civîya.
Hevseroka Şaxa SES’a Amedê Yildiz Orak Ok daxuyanî xwend û di daxuyanîyên çapemenîyê de hat destnîşankirin ku ger mûçey li gor têra jîyana mirovane neyên zêdekirin wê têkoşînê bidomînin.