Li Amedê di operasyona tiryakê de, gumanbarek hat binçavkirin.
Li Amedê di operasyona tiryakê de, gumanbarek hat binçavkirin. Di operasyona ku ji alîyê ekîbên Midûrîyeta Ewlehîyê ya Navçeya Amedê ve hat lidarxistin de, Z.A.’yê ku ji sûcê "hilberandin û bazirganîya tiryakê" dihat lêgerandin, hat girtin. Di lêgerînên li navnîşanê de, 30 gram madeya metamfetamîn hat bidestxistin. Piştê karên ewlehîyê gumanbar hat girtin.