Li Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera 2 esnafan de 3 kes birîndar bûn.
Li Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera 2 esnafan de 3 kes birîndar bûn.
Bûyer danê sibê li çarşîya Şewitî ya dîrokî ya li Kolana Mêrg Ahmed a Navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat. Li gor agahîyan di navbera du esnafan de ji ber sedemeke nedîyar nîqaş derket û niqaş veguherî şerê çekdarî.
Di şer de 3 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polês sewqê cîhê bûyerê bû. Birîndar piştê alîkarîya ewil rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Hat hînbûn kesên birîndar ên ku hatin dermankirin rewşa wan baş e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.