3 gumanbarên ku ji ber êrîşa çekdarî ya li Amedê ku di encamê de kesek mir, hatin girtin.
3 gumanbarên ku ji ber êrîşa çekdarî ya li Amedê ku di encamê de kesek mir, hatin girtin.
Li Taxa Firatê ya Navçeya Kayapinar a Amedê Serdar Tokur ê xwedîyê galerîya siwareyan li ber cîhê kar di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê de Î.T. ku wek gumanbarê kuştinê hatibû binçavkirin û S.A. û Ş.G. yên ku di kuştinê de bûn alîkar, piştê karên li emnîyetê sewqê edlîyeyê hatin kirin.
3 gumanbarên kuştinê ji alîyê dadgeha nobedar ve hatin girtin û şandin girtîgehê.