Ji bo Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku dema maweya girtinê ya herî zêde 7 sal derbas bû jî nehat berdan, civîna çapemenîyê hat lidarxistin.
Ji bo Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku dema maweya girtinê ya herî zêde 7 sal derbas bû jî nehat berdan, civîna çapemenîyê hat lidarxistin.
Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (HEDEP) ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, dîyar kir ku Kişanak li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaelîyê dîl tê girtin.
Tekîn dîyar kir ku li dijî sîyasetmedarên jin ên Kurd biryarên nehiqûqî tên sepandin û wiha axivî; “Kişanak a ku di çarçoveya Doza girtina HDP û Doza Komploya Kobanê de ku 168 jin dihatin darizandin û qedexeya sîyasî dihat xwestin, tevê ku di Zagona Bingehîn a antîdemokratîk de jî heyama girtinê 7 sal e û Kişanak vê heyamê derbas kirîye jî girtina wê ya wek dîl didome.
Ji ber ku 7 sal jî weke dema girtina 'îstisna' ye, divê Gultan demildest bê berdan. Em, li desthilatdarîya faşîst a kevneperest û 'dadgerîyê' ya ku bêhiqûqî û bêcezakirinê li ser tevahîya civakê bi taybet jinan weke rêbaza rêveberîyê ferz dike, bang dikin ku demildest qanûnên xwe yên navxweyî pêk bînin."