Di civîna Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn a yekemîn de ti hejmar nehat dîyarkirin. Civîna duyemîn di 18 Berfanbarê de wê pêk were.
Piştê civîna yekemîn a Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn, ji nûnerê karkeran TÛRK-ÎŞ daxuyanî da.
Alîkarê Serokê Giştî yê TÛRK-ÎŞ'ê Ramazan Agar, dîyar kir ku di civînê de ti hejmar nehate nîqaşkirin û wiha got, "Ji alîyê karsazê ku mûçe dide wê pêşnîyar bê kirin û em ê li gorê vê binirxînin."
Agar dîyar kir ku mûçeya kêmtirîn hê jî di bin sînorê birçîbûnê de ye û got, "Bendewarîya me ew e ku erkên li hemberê karkeran bi cîh bên."
Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan wiha axivî, "Em ê xebatkarên xwe nexin bin enflasyonê."
Serokê TÎSK'ê Burak Akkol jî bal kişand ser girîngîya piştgirîya dewletê ya ji bo parastina îstîhdamê.
Komîsyon wê di 18'ê Berfanbarê de civîna xwe ya duyemîn pêk bîne.