Daneyên meha Adarê yên Balafîrgeha Amedê hate parvekirin.
Daneyên meha Adarê yên Balafîrgeha Amedê hate parvekirin. Li gor îstatîstîkên Gerînendetîyê Giştî yê Balafirgehan, li Balafirgeha Amedê di meha Adarê de, di xeta nav welat de 122 hezar 59 rêwî, di xeta dervayê welat da jî 7 hezar 37 rêwî çûn û hatin. Bi giştî di meha Adarê de ji bo 129 hezar 96 rêwî xizmet hat dayîn. Di heman mehê de barê trafîkê jî 1078 ton bû.