Di çarçoveya lêpirsîna Enqereyê de ji 20 jinan 8 kes hatin girtin.
20 jinên endamên TJA'yê yên ku di 29'ê Mijdarê de di serî de Amedê li 14 bajaran di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, piştê îfadeya wan a 4 rojan li Midûrîyeta Polîsan a Enqereyê, îro sewqê Edlîyeya Enqereyê hatin kirin. Fîgen Aras, Fîgen Ektî, Mekîye Ormanci, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Hatîce Gungor, Hulya Kınagu û Gulîstan Dehşet, 8 jin piştê îfadeya wan sewqê dadgehê hatin kirin û ji aliyê Serdozgerîyê ve bi îdiaya "rêveberîya rêxistina terorê" û "li ser navê rêxistina terorê tevdigerin" hatin girtin. 14 jinên ku sewqê dadgehê hatin kirin jî, bi şertê hepsa malê hatin serbest berdan.