DI RÊZIKNAMEYA EYT'Ê DE ŞERTÊ 5000 ROJ PRÎMÊ NAGUHERE
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn, diyar kir ku rêziknameya Kesên di teqawîdbûnê de rastî astengîya temen tê (EYT) wiha got; "Şert û mercên rêziknameyê yên ku me di EYTyê de çêkirine wê ji bo her kesî derbasdar be.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn, diyar kir ku rêziknameya Kesên di teqawîdbûnê de rastî astengîya temen tê (EYT) wiha got; "Şert û mercên rêziknameyê yên ku me di EYTyê de çêkirine wê ji bo her kesî derbasdar be. Em du şertan dernaxin. hejmara rojên prîm û hejmara salan." Wezîr Bîlgîn diyar kir ku wê rêziknameya EYT'ê di meha Kanûnê de pêşkêşî Meclîsê bikin û wiha got; "Dema şertê 20 sal ji bo jinan û 25 sal ji bo mêran pêk bînin, ew ê jî jê sûdê werbigirin. Şertên rêziknameya ku me çêkiriye ji bo herkesî derbasdar e, ne rêziknameyek ku sînoran destnîşan dike. Di EYT'ê em şertê 5.000 roj prîmê, yên beriya sala 1999'an naguherînin."