Di bernameya HunerAmed da mêvana vê carê ji Japonyayê bû. Erîka bi xwe Japon e û bi Kurdî dizane û bi Kurdî jî distrê. Bi pêşkeşîya Ferat Mehmetoglu bernameya HunerAmed li Konaxa Îskendarpaşa pêk hat.
Di bernameya HunerAmed da mêvana vê carê ji Japonyayê bû. Erîka bi xwe Japon e û bi Kurdî dizane û bi Kurdî jî distrê. Ferat Mehmetoglu bernameya HunerAmed li Konaxa Îskendarpaşa pêk anî. Di bin dîwarên dîrokî da stranên Kurdî û şîroveyên Kurdî hatin kirin. Erîka kesek gelek balkêş e. Di sala 2018'an da li Stenbolê Kurdan nas dike û ji wê demê şûnda bala wê diçe ser zimanê Kurdî. Dema vedigere Tokyoyê diçe zanîngehê û dest bi perwerdehîya zimanê Kurdî dike.
Erîka li ser Yotube fêrî mûzîka Kurdî jî dibe. Her wiha fêrî sazê jî dibe. Dema tê herêma me bajar bi bajar digere û fêrî stranên herêman dibe. Gelek balkêşe ku Erîka ji hinek Kurdên li Turkîyê dijî baştir bi Kurdî diaxive.