Çalakîya "Nobeda Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 548'an de berdewam dike.
Çalakîya "Nobeda Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 548'an de berdewam dike.
Hat dîyarkirin ku dozgerê 9'emîn a ku dosyaya lêpirsîna li nexweşxaneyê ya têkildarî komkujiya li ser Malbata Şenyaşar dişopîne hat guhertin. Ferît Şenyaşar û parêzerê malbata Şenyaşar Bûlent Dûran duh xwestin derbarê geşedanên dosyayê de agahîyê bigirin û hat zanîn ku dozgerê dosyayê cara 10’em hatîye guhertin. Bi vî awayî hat destnîşankirin ku di dosyaya lêpirsînê de ev 10'emîn guhertina dozgerîyê ye ku ev zêdeyî 4 salan e veneguherîye dozê. Malbatê di hesaba xwe yê medyaya dîjîtal de Wezîrê Dadê yê Tirk Bekîr Bozdag tag kir û got, “Dadgeha Rihayê bi aşkere kiryarên li dijî hiqûqê dike. Li sazîya dewletê li ber kamerayan sûcê mirovahîyê hat kirin. Dozgerê dosyaya 9'emîn ku dosya birêve dibir çû û di şûnê de dozgerê 10'emîn hat tayînkirin. Derbarê dozê de biryara rewşa veşartî dewam dike.”