Li Amedê nûnerên Sazîyên Sivîl û rêveberîya Amedsporê berîya maça krîtîk a Amedspor-Somasporê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemenîyê.
Serokê Lîjneya Şêwirmendîyê ya Amedsporê Burç Baysal di civîna çapemenîyê ya ku peyama yekîtîyê hat dayîn de axivî û bal kişand ser 7 sal qedexeya derketina derve ya alîgirên Amedsporê û dîyar kir ku di têkoşîna werzîşê de ji sazîyên cemawerîyê piştgirî nagirin.
Baysal dûpat bi wê yekê kir ku Amedspor bi piştevanîya dilxwazên xwe dijî û wiha got, "Yên ku li dora Amedsporê dibin yek, ew kesên ku serê xwe didin be pêhnan in.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî wiha got, “Ev wêne nasnameya fermî ya Amedsporê ye. Em dixwazin ev helwest û tevgerên li vî welatê yên li hemberê Amedsporê yên qedexekirî bên terikandin."