Li gorê daxuyanîyên di Bernameya Serdema Navîn (OVP) de, wê bacên ku wekê bacên karbonê têne binav kirin werin venihêrtin û bandorên aborî û civakî yên ku amûrên buhayê karbonê, di nav de bacên karbonê yên temamker, wê li ser hawîrdora geşepêdan û veberhênanê hebin, werin analîz kirin. Ev tê wateya baceke nû ji bo xwedîyên siwareyan.
Hîn ne dîyar e ku baca karbonê wê bandorek çawa li xwedîyên siwareyan bike. Lêbelê, tê payîn ku bac di buhayê mazot û benzînê de xuya bibe. Di vê rewşê de, xwedîyên siwareyan wê bêtir pere ji bo mazot û benzînê bidin.