Xercên qursên ehlîyetê û heqê ehlîyetê, bi zêdebûna ku wê ji sala 2023yan û pê ve bê kirin, lêçûna wergirtina ehlîyetê dê ji 10 hezar lîreyê derbas bibe.
Xercên qursên ehlîyetê û heqê ehlîyetê, bi zêdebûna ku wê ji sala 2023yan û pê ve bê kirin, lêçûna wergirtina ehlîyetê dê ji 10 hezar lîreyê derbas bibe.
Wezareta Xezîne û Darayîyê rêjeya ji nû ve nirxandinê ya ji bo kaxizên biqîmet yên wek pasaport, ehlîyet û bac, ceza û xercên sala 2023an werast kirin. Li gorê vê yekê bi sala nû re heqê ehlîyeta sinifa A ji 370 lîre û 40 quruşan wê bibe 825 lîre û 73 quruş, heqê ehlîyeta pola B ya ku ajokarên siwareyan bikar tînin jî, ji hezar û 116 lîre û 90 quruşan wê bibe 2 hezar û 489 lîre û 90 quruşan. Hat diyarkirin ku heqê qursa ehlîyetê wê di navbera 7 hezar û 7 hezar û 500 lîre de be. Hat îfadekirin ku ji bo ehlîyeta sinifa B wê bi heqê qurs, hîndekarî, bac û ezmûnê re ji 10 hezar û 500 lîreyê derbas bike. Her wiha tê dîyarkirin ku kesên dixwazin ehlîyeta xwe berîya sala nû û zemê bistînin, di meha kanûnê de li qursên ehlîyetê kontejan dagirtin.