Bi piştevanî û hevkarîya Rêxistinên Demokrasî, Aştî û Kedê ya Amedê û partîyên mûxalefetê amadehîyên ji bo çalakîyên Roja Aştîya Cîhanê dest pê kirin.
Bi piştevanî û hevkarîya Rêxistinên Demokrasî, Aştî û Kedê ya Amedê û partîyên mûxalefetê amadehîyên ji bo çalakîyên Roja Aştîya Cîhanê dest pê kirin.
Rêxistinên demokrasî û aştîyê wê di 1’ê Îlonê de di 14 bajaran de bi daxwaza aştî û azadîyê li qadan kom bibin. Hat dîyarkirin ku di çalakîyên îsal de carek din wê li dijî şer û pevçûnan daxwaza aştîyê olan bide. Her wiha hat destnîşankirin ku daxwaza çareserîya demokratîk a ji bo Kurdan wê di nav rojevên sereke de cih bigre û daxuyanîyên girseyî were dayîn. Hat ragihandin ku, di çarçoveya 1’ê Îlonê de, li Amedê li Qada Dagkapiyê wê daxuyanî were dayîn.