NÛÇEYÊN KURDÎ

TMMOB AMED ÎKK: LI DIJÎ HEZKIRINA WE YA RANTÊ TÊKOŞÎNA WELATÊ ME HEYE

Yekîtîya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) ya Lîjneya Koordînasyona Parêzgeha Amedê (ÎKK) ragihand ku endam û rêvebirên wê ji alîyê hin kesên ku li pey rantê ne, hatine gefkirin.

Sekreterê TMMOB'ê yê ÎKK'ê yê Amedê Dogan Hatun, dîyarkir ku rêvebirên Odeya Plansazên Bajêr (ŞPO) yên girêdayî odeyê, di demên dawî de ji alîyê kesên ku projeyên rantê dimeşînin, rastê gefan tên. Hatun wiha berdewam kir; “Weke hemû parêzvanên bajar û xwezayê, em ê îro jî weke duh li dijî talankerên bajar û projeyên xwezayê ji prensîbên xwe tawîz nedin. Her wiha em dîyar dikin ku em ê li hemberê ti zext û gefan dest ji prensîba xwe ya berjewendîya giştî bernedin. Li hember hezkirina we ya rantê, têkoşîna me ya welatekî ku zarok jê hez bikin heye. Bi vê bawerîyê û di bin ronahîya prensîbên pîşeyî de em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em ê weke her car ji bo sibêroja bajarê xwe, ji bo bajarekî baştir rawestin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.