Derbarê 2 mutehîd girtî û xwedîyê ersayê ku wek negirtî tê darizandin yê avahîya Dundar ya li Amedê di erdhêjan de hilweşîya û 38 kesan tê de jîyana xwe ji dest da, ji her yekî re 22 sal cezayê hepsê tê xwstin.
Di erdhêjên 6’ê Sibatê ya li navenda Mereşê pêk hatin de, avahîya Dundar a li Taxa Şeyh Şamil a navçeya Baglara Amedê hilweşîyabû, di encamê de 38 kesan jîyana xwe ji dest dabûn û 37 kes jî birîndar bûbûn.
Lêpirsîna ku ji alîyê Buroya Lêkolîna Erdhejê ya ku di bin banê Serdozgerîya Komarê ya Amedê de hatibû avakirin temam bû.
Di rapora pisporîyê ya ku di îdianameyê da cih girt de wiha hat gotin: "Ji ber ku hatîye tespîtkirin avahî bê proje û bê destûr hatîye çêkirin, xwedîyê erseyê ku destûr daye înşaetê û mutehîdên ku înşaet çêkirîye berpirsîyar in."
Di îdianameyê de ji bo mutehîdên înşaetê Îlhamî Dundar û Sercan Erbey yên girtî û xwedîyê ersayê Seydo Bozkaya ku negirtî tê darizandin heta 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji wan re tê xwestin.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk