Dema bikaranîna bêpere ya gaza 25 metrekup, heta Gulana 2024an hat dirêjkirin.
Gaza heta 25 metrekup a bêpere ku di destpêka sala borî de hatibû destpêkirin di 31ê Gulana 2023an de bi dawî bûbû.
Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Siruştî Alparslan Bayraktar ragihand ku li 81 bajaran heyama bêpere ya gazê heta 1ê Gulana 2024an hatîye dirêjkirin.
Bi vê sepanê re mehane di navbera 100 û 110 TL de wê ji welatîyan re erzanî pêk were.