Serlêdana tesîsê ya Dîyarbekîrsporê, ku ji bo maçên xwe li Stenbolê bilîzin tesîseka wan tune ye, ji alîyê Federasyona Fûtbolê ya Tirkîyeyê (TFF) ve hate redkirin.
Serlêdana tesîsê ya Dîyarbekîrsporê, ku ji bo maçên xwe li Stenbolê bilîzin tesîseka wan tune ye, ji alîyê Federasyona Fûtbolê ya Tirkîyeyê (TFF) ve hate redkirin.
Piştê biryara redê, tîma Dîyarbekirsporê ku amadekarîyê lîgê li Stenbolê didomand, biryara vegerê ya Amedê girtin. Hat dîyarkirin ku ji bo pirsgirêka tunebûna tesîsê ya li Amedê, tesîseka ku girêdayê sazîya dewletê ye were tehsîskirin û bi vî awayê çareserîyeke demkî were dîtin û di demên pêş de bi hevkarîya sazî û qilûbê ji bo tesîseka dîyar û mayînde xebat were kirin. Hat destnîşankirin projeya derbarê vê mijarê de tê amadekirin û îhale ji bo sazkirina tesîsê ya li qada Kompleksa Werzîşê ya Seyrantepeyê were vekirin. Digel van yekan di 28’ê tebaxê de saet 20:00’an de maça tîmên Dîyarbekîrspor û Ûşaksporê li Stadyûma Amedê wê were lîstin.