3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Cezayê Giran, biryar da ku strana "Herne Pêş" a di pîrozbahîya Newrozê de hatîye gotin, bi serê xwe propagandaya PKK'ê nake.
3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Cezayê Giran, biryar da ku strana "Herne Pêş" a di pîrozbahîya Newrozê de hatîye gotin, bi serê xwe propagandaya PKK'ê nake.
Di pîrozbahîya Newrozê ya Îskenderûnê ya 21ê Adara 2015an de sirûda "Herne Pêş" hatibû gotin. Di dawîya lêpirsînê de derbarê kesê ku di nava girseya beşdarê pîrozbahîyê de, strana “Herne Pêş” dabû xwendin, bi sûcdarîya “propagandaya rêxistina terorê kirîye” doz hat vekirin. 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind biryar da ku gotina strana "Herne Pêş" a ku berê di gelek biryarên edlî de wekî "delîlên propagandaya rêxistina terorê" hatibû nîşandan, ne sûc e.