Hezar û 93 avahîyên ku berîya erdhêjê li Amedê dest bi çêkirina wan hatibû kirin, ji teref ekîbên pispor ve hatin lêkolînkirin.
Hezar û 93 avahîyên ku berîya erdhêjê li Amedê dest bi çêkirina wan hatibû kirin, ji teref ekîbên pispor ve hatin lêkolînkirin.
Piştê erdhejan, li Amedê bi kordînasyona Midûrîyeta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê, 8 ekîb 5 ji Zanîngeha Dîcleyê û 3 ekîb jî ji zanîngehên din, hemû avahîyên ku hêj di înşaatê de ne kontrol kirin.
Serokê Beşa Endezyarîya Înşaetê ya Fakulteya Endezyarîyê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Zeynel Fûat Toprak, dîyar kir ku li bajêr hezar û 93 avahîyên ku tên çêkirin hemû hatine lêkolînkirin û wiha got, “Me tu pirsgirêk nedît. Di avahîyên pir-qatî de, me tenê ji bo 2-3 avahîyan pêşnîyar kir. Yek avahîyek ku nikaribe bidome di raporên me de nehat xuya kirin.”