Dadgehê derbarê Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş de biryara beraetê da.
Di sedema beraetê de, dadgehê ji bo îdiaya ku komeleyê girêdayê rêxistinê ye got: "Hatîye fêmkirin ku ne komeleyeke ku di bin banê rêxistinê de hatîye avakirin." Ji ber îfadeyên kesê bi navê Ecevît Yildiz ku ji ber ku hevjîna wî ya dixwest dev jê berde tevlê xebatên Komeleya Jinan a Rosayê bûye û îfadeyên şahidekî veşarî, derbarê endam û rêveberên komeleyê de bi îdiaya "endamtîya rêxistinê" lêpirsîn hatibû destpêkirin.
Di doza derbarê endama lijneya rêvebir a komeleyê Elîf Tîrneç Îpek Ûlaş de, dadgehê biryara beraetê da. Dadgehê sedema biryara xwe ya beraetê eşkere kir. Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê delîlên heyî nirxand û guh li şahidê veşarî kir.
Dadgehê dîyar kir ku beyanên şahidê veşarî ne şênber in û got: "Ji bo xalên di beyanên şahidê veşarî de hatine destnîşankirin, tu delîl bi dest neketine." Piştê eşkerekirina sedema biryara beraetê Dozgerîya Komarê ya Amedê jî, ji bo xerakirina biryara beraetê serî li Dadgeha Edlîye ya Herêmê ya Amedê da.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk