20ê Kanûnê roja Sêşemê saet di 14.00an de wê sêyemîn civîna Komîsyona Tesbîtkirina mûçeya herî kêm bê lidarxistin.
20ê Kanûnê roja Sêşemê saet di 14.00an de wê sêyemîn civîna Komîsyona Tesbîtkirina mûçeya herî kêm bê lidarxistin.
Komîsyonê civîna xwe ya yekem di 7ê Kanûnê de û ya duyem jî di 14ê Kanûnê de li dar xistibû. Piştê civîna duyemîn a komîsyonê ya di 14'ê Kanûnê de pêk hat, Sekreterê Giştî yê TÜRK-ÎŞ'ê Pevrûl Kavlak diyar kiribû ku di civîna ku bi qasî 2 saet û nîvan dewam kiriye de ti reqem nehatîye axavtin. Di civîna sêyemîn a 20'ê Kanûnê de tê hêvî kirin ku ev hejmar were nîqaşkirin. Heya niha ji bo karkerekî wek mehane mûçeya herî kêm 6 hezar û 471 lîre ye, lê dema bac jê tê daxistin jî ya ku dikeve destê karker 5 hezar û 500 lîre û 35 quruş e.