Li Amedê bi şev siwareyek li stûna ceyranê ya beton qelibî û siware bû wek xurde. Piştê qezayê siwareyeke din li heman cîh qeza kir.
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li ser Kolana Sîlvan şeva borî saet di 01:40 de siwareyek ji kontrola ajokar derket û li stûna ceyranê ya beton qelibî.
Di encama qezayê de siware bû wek xurde û stûna ceyranê jî ji cîhê derket û şikîya. Demeke kin piştê qezayê, siwareyeke din ji ber ku li têlên ceyranê yên kû jêbibû xist û bi zehmetî rawestîya.
Di kontrola polêsan de hat tesbîtkirin ku ajokarê siwareyê serxweş e û dest dan ser ehlîyeta wî.