BAROYA RIHAYÊ JI BO EŞKEREKIRINA GORA SEÎDÊ KURDÎ SERÎ LI DMMÊ DA
Baroya Rihayê ragihand ku wan ji bo doza eşkerekirina gora zana û kesayetê olî yê Bakurê Kurdistanê Seîdê Kurdî serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) dane.
Serokê Baroya Rihayê Welat Îzol derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Em bi hêvî ne ku eger belge û zanyariyên derbarê gora Seîdê Kurdî yên di arşîvên Tirkiyê de bên eşkerekirin, gora wî bê dîtin.”