Endamên Lîjneya Rêveberîya Baroya Amedê ku di 3 dozên berîya niha de ji ber îfadeya "Qirkirina Ermenîyan" beraet kiribûn, ji ber heman îfadeyê careke din beraet kirin.
Endamên Lîjneya Rêveberîya Baroya Amedê ku di 3 dozên berîya niha de ji ber îfadeya "Qirkirina Ermenîyan" beraet kiribûn, ji ber heman îfadeyê careke din beraet kirin.
Derbarê Serokê Berê yê Baroya Amedê Cîhan Aydin û Endamên Lîjneya Giştî Muhlis Ogurgûl, Ahmet Dag, Erhan Aytekîn, Firat Ûger, Gazal Bayram Koluman, Mehmet Akbaş, Serdar Çelebî, Tevfîk Karahan, Omer Şeran û Ozgur Yilmaz Bîçen de bi hinceta ku eşkere heqaret li Neteweya Tirk, Dewleta Komara Tirkîye, TBMM û hemû sazîyên darazê kirine doz hatibû vekirin. Di danişîna dozê ku li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de dadger ji hemû bersûcan re yek bi yek biryara beraetê da.