Li Amedê di pevçûna 2 malbatan de kesek bi kêrê hat kuştin.
Li Amedê di pevçûna 2 malbatan de kesek bi kêrê hat kuştin.
Li gor zanyariyan do êvarê li çayxaneyeke Taxa Seyrantepe ya Amedê, di navbera 2 malbatên bi husumet de nîqaş derket. Piştê demekê, nîqaş veguherî pevçûnê.
Di pevçûnê de kêr jî hatin bikaranîn û hemwelatiyê bi navê Oktay Baran ê 27 salî bi kêrê hat kuştin.
Kesê ku bi kêrê êrişî Baran kir ji cihê bûyerê reviya. Polês dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir.