Midûrîyeta Giştî ya Balafirgehên Dewletê ya Wezareta Gihandin û Binesazîyê (DHMÎ) îstatîstîkên rêwîyan û barkêşên Balafirgeha Amedê ya meha Nîsanê eşkere kir.
Midûrîyeta Giştî ya Balafirgehên Dewletê ya Wezareta Gihandin û Binesazîyê (DHMÎ) îstatîstîkên rêwîyan û barkêşên Balafirgeha Amedê ya meha Nîsanê eşkere kir. Li gor vê yeke, li Balafirgeha Amedê; Di meha Nîsanê de, trafîka rêwîyên navxweyî bû 104 hezar û 238. Trafîka rêwîyên navneteweyî jî bû 7 hezar û 155. Balafirgeha Amedê di meha Nîsanê de, bi tevahî xizmetê da 111 hezar û 393 rêwîyan. Trafîka balafiran ya rabûn û daketin gihîşt 718an. Trafîka kargo, posta û bagajan jî bû 1027 ton. Di 4 mehên destpêkê yên îsal de; Trafîka rêwîyan bû 466 hezar û 427, trafîka balafiran 2 hezar û 983, trafîka barê jî bûn 4 hezar û 15 ton.