Li Amedê avahîyek ku xisara navîn dît, di encama hilweşîna avahîya li kêleka wê de zirar dît û welatî mexdûr bûn.
Di erdhêjên navenda wê Mereşê de li Taxa Mevlana Halit a navçeya Baglara Amedê Avahîya Işik a 7 qatî xisareke navîn dît.
Avahîya Vural a li heman herêmê di dema rûxandinê de bixwe hilweşîya û di 5 qatên ewil ên avahîya Işik de xisar çêbû.
Welatîyên Avahîya Işik anîn ziman ku ji bo xebatên xurtkirinê serî li şaredarîyê dane û dîyar kirin ku dema avahîya li kêleka wan hilweşîyane avahîyên wan xisar dîtine. Ji ber vê yekê nikarin eşyayên xwe ji malên xwe derbixin û mexdûr bûne.