Li Amed û bajarên herêmê tê texmînkirin ku wê bi vedana birûskan re baran bibar e.
Li Amed û bajarên herêmê tê texmînkirin ku wê bi vedana birûskan re baran bibar e.
Li gorî nirxandina herî dawî ya Navenda Texmîn û Hişyarî ya Herêma Amedê, danê êvarê wê bi vedana birûskan re baran bibar e.
Li navçeyên bakurê û rojhilatê Amedê yen wek Pîran, Pasûr, Farqîn, Hezro, Hênê, Licê, Karaz, Egil, Bismil, Çinar e û li navçeyên bakur û rojhilatê Mêrdînê yên wek Dêrik, Şemrex, Stewr, Nisêbîn, Midyat, Mehsret û Kerboranê tê texmînkirin ku baraneke zêde bibare.
Hişyarî hat dayîn ku li hember neyînîyên wekî lehî, vedana birûskan û bayên xurt baldar û mîqatebîn bin.