Li Amedê avahîyên ku ji ber erdhêjê hilweşîyan û xisar dîtin bûne wargeha tiryakê û dizîyê.
Berîya 45 rojan li Taxa Îskenderpaşa ya Sûrê ya Amedê dema avahîyeke 5 qatî ya ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtibû hilweşîya, 4 avahiyên derdorê jî xisareke mezin dîtin.
Welatiyên ku ji ber hêzên ewlehîyê destûr nedan ku bikaribîn kel û pelên xwe derbixin ji ber diziyê zirarek mezin dîtine. Wan welatîyên belangaz dixwazin zirarên wan bên telafîkirin.
Xwedîyên xanîyan û muxtarên ku xwestin di demeke herî kurt de xirbeyên avahîya hilweşiyayî bên paqijkirin û avahîyên ku zirareke mezin dîtine bên hilweşandin, diyar kirin ku wan serî li cihên pêwîst dane, lê bê encam mane.