Serokatîya Bajêr a Amedê ya CHP’ê derbarê îtîrazên hin endamên CHP’yîyan ku ji bo kongreya bajêr a awarte ya di 10’ê îlonê de hatibû lidarxistin daxuyanî da.
Serokatîya Bajêr a Amedê ya CHP’ê derbarê îtîrazên hin endamên CHP’yîyan ku ji bo kongreya bajêr a awarte ya di 10’ê îlonê de hatibû lidarxistin daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin: “Di kongreye de bi 49 rayan Abdûllah Atîk hat hilbijartin. Digel ku li gor dengan encam aşkere ye, hin kes hewl didin Abdûllah Atîk reş bikin. Îdîaya ku dibêjin yên di rêveberîya partîyê de ne endam nîn in, ne rast e. Kesên di rêveberîyê de ne pêvajoya endamtîyê temam kirine. Ji bo vê îddîayê kesek serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê hatîye kirin. Piştê nerastbûna îdîaya wî/ê kesê hatîye tespîtkirin ew kes ji biryara îtîraza xwe vekişîyaye.”