Hat dîyarkirin ku li Baglara Amedê, avahîyên ku hêj pêvajoya îtîrazê berdewam e, ji alîyê şaredarîyê ve tê xwestin bê hilweşandin.
Hat dîyarkirin ku li Baglara Amedê, avahîyên ku hêj pêvajoya îtîrazê berdewam e, ji alîyê şaredarîyê ve tê xwestin bê hilweşandin.
Li taxa 5 Nîsanê ya Baglara, avahîya Yoldaş ya ku di erdhejên navenda wê Mereş bû de hilweşîyabû, ji bo avahîyên li kêleka wê ya rast û çepê ya bi navê apartmana Şenel-3 û apartmana Hîcaz biryara hilweşandinê hatibû dayîn. Şênîyên herdû avahîyan jî dibêjin di avahîyên wan de xisar çênebûye.
Midûrîyeta bajêr ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê û Şaredarîya Bajarê Amedê, ji bo hilweşandinê hêj dîrokek dîyarkirî nedane. Lê Şaredarîya Baglarê biryar da ku hilweşînin. Biryara şaredarîyê bû sedema bertek û nerazîbûnan.
Şênîyen herdû avahîyan dîyar kirin ku ji bo îtîrazê serî li meqamên têkildar dan e. Lê digel pêvajoya îtîrazê berdewam dike û hêj bi encam nebûye jî, şaredarîya Baglarê dixwaze avahîyan hilweşînin.
Hemwelatî dibêjin ger di encama lêkolîna ekîbên pispor de biryar bê dayîn wê îtîraz nekin. Beyî lêkolîn û vekolînên ekîbên pispor, hiweşandina avahîyan tê wateya ku bi dehan malbat ji mal û warê bimîn e.