Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dîyar kir ku ew ê balafirên şer ên F-16 li derdora Tengava Hurmuzê bi cih bikin da ku "Îranê ji destwerdana keştîyên li derdora Kendava Farsê dûr bixe.
Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê dîyar kir ku ew ê balafirên şer ên F-16 li derdora Tengava Hurmuzê bi cih bikin da ku "Îranê ji destwerdana keştîyên li derdora Kendava Farsê dûr bixe.
" Rayedarê Pentagonê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji rojnamevanan re ragihand ku F-16ên ku li herêmê werin bicihkirin wê çalakîyên balafirên êrîşê yên A-10 ên ku li derdora Tengava hurmuzê nobetê digerînin xurtir bike. Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, rayedarê berevanîye ji rojnamevanan re gotîye ku Amerika li diji zêdebûna fealîyetên Rûsyayê yên li esmanê Surîyeyê, li ser hin bijardeyên leşkerî difikire.