SAETÊN GAZÊ YÊN KEVÎN WÊ HETA DAWÎYA 2025AN BÊN GUHERTIN
Wezareta Pîşesazî û Teknolojîyê biryar da ku saetên gazê yên ku di navbera 1ê Çileya 2014 û 31ê Berfanbara 2019an da li bazarê hatine firotin û bikaranîn, wê heta dawîya sala 2025an bên rakirin û bi kontroleke derbasdar li şûna wan saetan nû bên danîn.
Rêziknameya ku Wezaretê amade kir di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Kontrola saetan wê ji hêla midûrîyetên bajaran ên Wezaretê ve di karûbarên ku ji hêla bikarhêner ve hatine saz kirin an jî lihevhatin têne kirin. Ji bo bikaranîna xizmetan ji Wezaretê tu berdêl nayê girtin. Rêzikname wê di 1ê Çileya 2024an de bikeve merîyetê.