Li Nexweşxaneya Dewletê ya li taxa Dagkapi, ji aliyê Serokatiya Daîreya Agirtefê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tetbîqata şewatê hat kirin.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya li taxa Dagkapi, ji aliyê Serokatiya Daîreya Agirtefê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tetbîqata şewatê hat kirin.
Di tetbîqatê de, li gorî senaryoyê, ji tostira kantîna ku li qata binî ya avahiyê ye şewat derket. Di tetbîqatê de agirtef bi maşîneya dûmanê di avahiyê de dûman çêkir. Dema kesên di avahiyê de ji aliyê wezîfedaran ve hatin tehliyekirin, wesayîta agirtefê bi dengê sîrenan hat pêşiya avahiyê. Ekîbên agirtefê ketin avahiyê û weke ku agir vemirandin tevgerîyan. Di vê navberê de li gor senaryoyê personelên ku ji dûmanê nexweş ketin bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Şaredariyê da zanîn ku dê di navberên diyarkirî de perwerde û tetbîqat berdewam bikin.