Li Amedê welatîyên ku ji ber kêmbûna xetên otobusan bi gazinc in rêya hatûçûyê girtin û vê rewşê protesto kirin.
Li Amedê welatîyên ku ji ber kêmbûna xetên otobusan bi gazinc in rêya hatûçûyê girtin û vê rewşê protesto kirin.
Protesto duh êvarê li Malên Civakî TOKÎ yên girêdayê navçeya Kayapinarê ye hat kirin. Agahîyên ku ji şênîyên taxê hatine berhevkirin ji ber kêmbûna xetên otobusên şaredarîyê protesto hatîye kirin. Şênîyên taxê pêşîya otobusa şaredarîyê girtin û bang li rayedaran kirin ku bila ev pirsgirêka xetên otobusê çareser bibin.